Skip to content

Nehemîn Xelata Mamlê, pêşkêşî hunermend “ Xelîl Xemgîn” dête kirin.

Di ronvekirina rêkefta 23.01.2018’ê ya Navend a Hunerî ya Mamlê derbarê merasîma pêşkêş kirina xelata Mamlê ya 2018’ê.
Xuyaye ku îsal ji ber gelek bûyerên nexweş ku pêsîra gelê me girtiye, rêveberên Navenda Mamlê biryar dane heya sala 2018’ê pêşkêş kirina vê xelatê taloq bikin.
Vê biryarê di nava çînên cuda yên civaka Kurdî da rengvedanên teybet bi xwe re anî.
Em weke rêveberên vê navendê ku tucarî xwe ji gelê xwe cuda nakin û ji êş û jan, xweşî û dilşadiya wan xwe bi hevbeşên wan dizanîn, rexne û pêşniyara dilsozên xwe bi dilfirehî werdigirîn û bi pêdeçûna di biryaran de gihiştîne vê encam û rastiyê ku sekinandina kurdan ji liv û lebatê, yek ji hêvî û xwestekên dijminane ku çênabe rê bidin bigehin vê hêviya xwe. Bi sedan sale şîn û şahiya me bi hev re û tevlîhev bûye û hîn bûne tevî semayê can bidin.
Xatir xwestina dayikan ji termê zarokên xwe yên şehîd bi tîlîlî û semayê, rûyê rastîn a vê gotinê diselimîne.
Ev yek di demekî daye ku pilingên Efrînê bi awayekî li hember dijmin sekinîne û berxwe didin ku tev kurd serbilind û rûsor kirine û ruhekî wisa jî di hinava kurdan de zindî kiriye.
Ligor helsengandin û lêlokînê, navenda biryar daye ku hunermend “ Xelîl Xemgîn” weke hunermendê sala 2018’ê bê destnîşan kirin ku xata nehemîn a Xelata Mamlê pêşkêşî wî bê kirin.
Navenda Hunerî ya Mamlê vê rastiyê baş dizane ku ji bo spasdarî û rêzgirtina ji hunermendan, kêmtirîn erka xwe cîbicîh kiriye û bi şanazî xelata Mamlê ya 2018’ê pêşkêşî hunermend Xelîl Xemgîn dike.
Herwiha bi germî spasiya wan hêjayan dikin ku bi rexne û têbîniyên xwe yên dilsozane bûne handerên me û bi me re bûn ku ji xizmetkiirinê nesekinîn.
Heya em hene xwe bi deyndarê xelkê dilsoz dizanîn.

xelat-2018

بابەتی پێوەندیدار