Kakşar OREMAR
Mamoste Mihemed Mamlê (1925-1999) yek ji wan hunermend û kesayetiyên rojhilatê Kurdistanê ye ku di nava gel de kesekî naskirî û pir hezkirî bû. Hê bandora dengê wî ji hişê civakê derneketiye û bi hunera xwe di nava gel de amade ye. Ew yadîgarekî serdema komara Kurdistan û dema navê Pêşewa Qazî dibihîst nedikarî hêsirên çavan nerijîne. Mukriyan û huner Herêma Mukriyan cihwar û meskenê xweşî, stran, helbest û wêjeyeke dewlemend e. Di vê herêmê de ji siyasetmedarên jîr û fedakar bigire heta nivîskar û helbestvanên navdar gelek kesan mora xwe li rûpelên dîroka Kurdistanê xistine. Mihemed Mamlê, Ezîz Şarûx, Xelîl Sidîqî û şehîd Cemal Moftî ji wan xweşxwanên kurd in ku bi stran û awazên xwe heza ji jiyan û doza kurdîniyê re zêde û zêdetir kirine. Evîn raman û hunera M. Mamlê Zewq û evîna strangotinê mîna mîrasê ji malbata Mihemed Mamlê jê re mabû û hestên wî yên nazik bi helbestên helbestvanên mîna Wefayî, Nanwazade, Heqîqî, Seyîd Kamîl Îmamî, Hejar û Hêmin Mukranî ketin hereket û bizavê. Lê wî di nava van helbestên murd de ji helbestên mamoste Hêmin Mukriyanî pir hez dikir û bi bandoreke mezin ew dixwendin.
Mamlê evîndarê şêweya jiyana kurdewarî û dîmenên bedew ên çiya, zozan û deştên Kurdistanê bû. Bêguman van taybetmendiyên Kurdistanê bandoreke mezin li ser huner û hîsên Mamlê danîbûn. Yek ji taybetmendiyên herî girîng, hunermend M. Mamlê mirovekî welatparêz bû. Ew di xwendingeha Pêşewa Qazî Mihemed de hînî dersên nîştimanperweriyê bûbû û li ser vê sozê piştre jî bi tu rengan kesayetî û hunera xwe nefirot dagirkerên Kurdistanê. Bîr û rayên M. Mamlê û dilê wî yê tenik û nazik tijî bû ji hez û xoşewîstiya Kurdistanê. Bûyerên Kurdistanê bandorek rasterast li ser liv û lebatên Mamlê dikir. Di çaxê komara demokratîk a Kurdistanê de (1946 Mehabad) Mihemedê ciwan û nûgihiştî endamê Koroya Marşên Neteweyî bû û wê demê di koroyê de sirûdek bi navê (Xuwaye weten awakey) xwendibû: “Xuwaye weten awakey / Çend dilgîr û şêrîn e Deştî xoş û rengîn e / Awî kewser e, xakî gewher e Pir le gul û Nesrîn e…”
Piştî têkçûna komara ciwanmerg a Kurdistanê, M. Mamlê sond xwar ku di riyeke bi şan û şeref de ji bo gelê xwe xizmetê bike û di qada hunerî de bi komî serhevkirina stranên gelêrî dest bi xebata xwe kir. Piştî şehîdkirina pêşewa Qazî Mihemed wekî tê gotin stranek li ser canfîdayî û qehremaniya wî xwendiye: “Zemane gulêkî damêw lêystandim / Bonim pêwe nekird lêy helpisandim Rîşey cerg û dilim bû ew guley min / Felek zor bêwefa bû lêy standim Ay gulekem, way gulekem, dey gulekem / Paş balakey tu dil be kê xoş kem (1)” Mihemed Mamlê heta salên dawiya jiyana xwe jî bi hesretek kûr û tije axîn behsa xweşiya rojên temenê kurt ê komara Kurdistanê dikir. Di vê der barê de wî her dem bi hesretek bêdawî wiha digot: “Wan salan em azad bûn, bêhna azadiyê her dera welat girtibû ber xwe, êdî kes ji jandarmên Pehlewiyê gor bi gor neditirsiya…Ema mixabin rojên xweş zû derbas dibin û xewnên me jî bi temamî nehatin cih…”
Piştî ku Mamlê wefat kir endamên malbatê bi şêwra çend rewşenbîrên kurd navendek li ser navê wî saz kirin û her salê xelatek bi navê “Xelata hunerî ya Mamlê” didin hunermendekî/ê ku bi huner, kesayetî, helwest û xebata xwe xizmetek berbiçav ji doza Kurdistanê re kiriye. Ji sala 2009’an pêşkêşkirina xelata yekemîn ji hunermendê navdar Mame Qalemere re hat pêşkêşkirin. Piştre ev xelat gihîşt kesên Bakurî, Ebas Kemendî, Ezîz Sahrûx û Nasir Rezazî. Xelata sala 2014’an û Zozan Xelata sala 2014’an di yekê sibatê de ji hunermenda şoreşger û dengxweş Zozan xanê re hat pêşkêşkirin. Lê çima di nava ewqas stranbêjên kurd de xelkateke wiha ji Zozanê re hat pêşkêşkirin?
1. Mamosta Mamlê û Zozan deng û hunera xwe di rêya doza Kurdistanê de bi kar anîne û bi hunera xwe ticaret nekirine. 2. Her du jî xwedî stîl an jî şêwaza xwe ya hunerî ne. 3. Di dengê her duyan de xemeke giran tê hiskirin ku ew jî ji rewşa jiyana wan a malbatî û civakî tê. 4. Bi deng û naveroka stranên xwe her du jî bûne sedem ku asta rewşenbîya gel bilindtir bibe. 5. Di nava civakê de hem mamosta Mamlê û hem jî Zozan xanim bi pirensîbên xwe yên şexsî û exlaqî kesên hezkirî û naskirî ne. 6. Mamosta Mamlê berhema komara Kurdistan û Zozan jî berhema şoreşa bakurê Kurdistanê ye ku di bin pêşengiya PKK’ê de zêdetirî 35 salan e ji bo diyarkirina mafê qedera kurdan şer û xebatê dike. 7. Her du hunermend di ber şoreşa Kurdistanê de xwedî şehîd û kedeke dîrokî ne. Sala 1980’an Necatê kurê mamoste Mamlê ji hêla komara teror û wehşetê Îranê ve hat îdamkirin û heta roja îro jî kes nizane gora wî û dehan hevalên pê re li ku ye.
Birayê Zozanê nemir Mihemed Guler (Sînan) jî di 1985’an de li bakurê Kurdistanê ji hêla dewleta tirk ve şehîd bû. Her wiha tiyê Zozanê hozan Çiya jî di şerê navxweyî yê salên 1990’an de li başûrê Kurdistanê şehîd bû. 8. Her du hunermend bi êş û elemên xwe re jiyane û hîsên wan ên tije derdê bindestiyê bûne sedem ku stranên xweş biafrînin. Guhdarên wan çîneke mezin a civakê ne. Ew bi hunera xwe re semîmî bûne û xwe ji feqîr û belengazên civaka Kurdistanê dûr nexistine. 9. Ew her du jî feqîrî û nedariya xwe bi dagirkirina welatê xwe ve girê didin û ji ber wê jî awazên xwe pêşkêşî bedewî, şehîd û doza welatê xwe dikin. 10. Her du jî li dijî siyaseta pişaftin a dewletên Îran û Tirkiyeyê xwedî helwest bûne û di parastina nasnameya huner û folklora kurdî de ximeteke dîrokî li ser navê xwe tomar kirine. 11. Dengê wan di şert û mercên tije tirs û zextên ku ji hêla dewletên dagirker ve li Kurdistanê hebû, karî bigihîje her dera ku kurd lê dijîn. Karê ku partiyên siyasî nekirine hunermendên wekî Mamlê û Zozan bûne dengê doza wan jî. 12. Mamlê bi stran û sirûdên “Xuwaye weten awa key, Hewarî xalî, Bazî Bêriyan” bû bang û dengê komara Kurdistan û hewarên mamoste Hêmin.
Zozan jî bi “Bîngol şewtî, oy-oy li min, ax Kurdistan, Dayê” û bi dehan stranên din bû deng û banga jin, mêr û şoreşgerên bakurê Kurdistanê. Ji ber van taybetmendiyên hevpar “Komîteya amadekar a xelata hunerî ya Mamlê” xelata 2014’an layîqî Zozan xanimê dît. Peyameke balkêş Di merasîma xelatê de gelek kesayetî û nûnerên malbatên mezin ji çar hêlên Kurdistanê hebûn. Dîmen an jî wêneyê herî bedew ê 2015’an ku Kurdistanîbûna merasîmê li Enstîtûya Kurdî ya Hagen dida xuyanîkirin, wê rojê ket ber çavên min. Xelat ji hêla kak Ezîz Mamlê, Elî Qazî û Dr. Hesen Şetewî, Eliyê neviyê Şêx Seîdê Pîran wekî kesên navsal û naskirî yên amade li wira ji Zozanê re hat pêşkêşkirin. Peyama jêr jî ji hêla kekê Ezîz Mamlê ve wiha hat xwendin:
“Tenê huner nemir e. Ger xem û êşên jiyanê, bêbextî û fermanên bi xwîn ên dem û dewranan û berxwedana bêrawestan a camêran rûpeleke hevpar a dîroka çar aliyên welat e, ger evîna ji axê û hêviya bi asoya ronî ya bi serdemê re bûne sedema negeşbûna ziman di qada ramanê de, nalîna tije soz a tembûr û meyê, dengvedana dengê zelal ê xweşxwanên Kurdistanê jî bi hev re bûne hewayê fênikê berê sibê da ku goşeyek ji ala nasnameya me ya neteweyî biheje.Birêz û hêja Zozan xanim, bêguman hûn jî rêvîng an jî peyayek çalak a vê rêbazê ne ku bi awazên xwe yên tije soz xemê ji hêlîna dil direvînî. Baweriyê didî Feqîye Teyran û Ehmedê Xanî û wan dilxweş dikî ku em hê mane, em hene û dê tim jî bimînîn. Ev serfirazî û şanazî ye ku muzîk û dengê resen bibe pirek di navbera hunera xwedî helwest a kurdî li bakur û rojhilatê Kurdistanê de. Bi vê helkeftê navenda hunerî ya Mamlê, xelata 2015’an a xwe pêşkêşî we birêz mamoste ZOZAN dike.”
Piştre Zozanê jî bi awayê jêr spasdariya xwe pêşkêşî malbata Mamlê û mêvanan kir:
“Xelata hunermendê navdar Mamosteyê hêja Mihemedê Mamlê ya 2014’an di roja 1’ê sibata 2015’an de pêşkêşî min kirin. Ez berî her tiştî spasdariya xwe peşkêşî hevalê hêja Kakşar Oremar, malbata Mamosteyê nemir Mamlê û hemû mêvanên delal û malbatên me yên sernas dikim ku di wê roja dîrokî de li kêleka me bûn. Bi rastî di dîroka Kurdistanê de di warê muzîkê de rola hunermendên kurd pir-pir mezine. Wana bi deng û hunera xwe her dem neteweyatiya me kurdan zindî hiştin. Wana ruhê kurdîtiye li her çar beşên Kurdistanê belav kirin. Di vê demê de ruhê neteweyetiyê di her çar beşên Kurdistanê de gihîştiye merheleyeke bilind. Me hunermendên kurd jî di her çar beşên Kurdistanê de bi rastî raman û ruhê kurdîtiyê gelek bilind kiriye. Xelata Mamosteye nemir û mezin Mihemed Mamlê ya ku pêşkêşî min kirine tê wê wateyê ku me hunermendan yekitiya neteweyî di navbera xwe de gelek pêşve biriye. Şerê Kobanê jî mînakeke zelal a vê rewşê ye. Jinên kurd pêşengiya yekîtiya kurdan kirine.
Cara yekemîn pêşmerge û gerîla piştgiriya hev kirine. Êdî pêwîst e rêxistin û partiyên kurd jî li her çar parçeyên Kurdistanê bi rêya Kongereya Neteweyî yekbûna kurdan ava bikin. Daxwaza me hemû kurdan yekitiya gelê kurd e. Bi pêşengiya komîteya amadekar û biryara endamên malbata muhterem a Mamlê birêzan Ezîz Mamlê û kurê mamoste Mamlê kekê Wirya Mamlê va xelata mamoste Mamlê çima pêşkêşî jineke kurd a bakur kirin? Ez vê wateyê baş dizanim. Di Kesayetiya min de wan hêja û camêran qîmet dan jinan, ked û fedekariya mirovan, qîmet dan huner û muzîka kurdan. Em hemû hunermendên kurd bi ruhê kurdî anîn ba hev. Va xelata hêja û dîrokî jî nîşan dide ku pêwîst e em hemû kedkar û hunermendên kurd di pêşerojê de hê zêdetir û xortir li huner û mîrasê xwe xwedî derkevin.
Ez bi vî ruhî bejina xwe di ber hemû şehîdên Kurdistanê ditewînim. Ez ji hemû şoreşgerên şervan, xebatkar û kedkaran re silav û rêzên xwe dibêjim.” Peyama herî watedar û rexneyek Wê rojê bi rêya wê xelata dîrokî dîsa hunerê hêza xwe ya bêsînor da xuyanîkirin. Ew du dengxweş bûne pirek di navbera bakur û rojhilatê Kurdistanê de. Mehabad û Çewlikê destê dostaniyê dane hev û deng û heza hemû Kurdistanê li çar aliyên welatê mezin dan belavkirin. Ramanên mamoste Mamlê baştir hatine naskirin û keda hunermenda navdar Zozan xanimê jî baştir hat teqdîrkirin. Sed heyf û mixabin di wê roja dîrokî de ji heval û dostên herî nêzî Zozanê tenê hunermend Xelîl Xemgîn û hozan Comerd amade bûn. Heta ji hêla Koma Berxwedan ve qefdek gul jî ji hevala wan re nehatibû şandin. Wisa ye ku mixabin em dibînin heta ji hêla saziyên me ve jî qîmeta mîrasê nayê zanîn û gotin. Hevalno werin heta em sax in qîmeta hev bizanin. Bila çanda ‘nankorî, zindîkujî û mirîperestî’ êdî di nava me de nemîne. Piştî mirinê em muhtacî qehremanan nîn in.